Güncel

Ji Rojava | Ziyareta Meclisa Parastin Ya Aşûrî-Til Temir

16 Kasım'da Til Temir'de Süryani Askeri Meclisi'ne yapılan ziyarette gerçekleştirilen röportajı yayımlıyoruz.

– Xwe bide naskirin?‎
– Navê min Heyoy Xabur, komîtan di Hundirê Meclisa Parastina Xabûr ya Aşûrî ‎M.N.K.

– Di hundirê Turkiyê  suryan pişgirtiya dewleta Turk digre ji bo êrîşên ‎dewleta Turk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, çi nerina te ye?‎
– Em wekî gelên Aşûrî, Ermenî, Sûryanî, Keldanî. Em êrîşên dewleta ‎Turk şermezar dikin û  bi tundî red dikin dagirkeriya erdên Sûriyê, her ‎kes yan her dewletên ku piştgirtiya vê dagirkeriyê dike  Dujminê  gelê ‎me ye.‎
Em ji her kesîn  hêvîbûn li hemberî êrîşên dagirkeriya erd û gelên me bi ‎îradeyekî xurt bi sekine ji ber ku ev dibe tehdîdekî rastî ji bo yî berdewam ‎kirina hebûna wekî hemû  xîristiyan di bakur û rojhilatê Sûriyê de, û dîrok ‎xwe dubare dike ji eynî insan di komkojiya giştî derheqê gelên me. Eerdogan dunya xapand di nava daxuyaniyên xwe ya ku dide xuyanê kirin ‎ku alîkariya Eqeliyat û pêkhatiyên netewî û oldarî. Di êrîşên dawî li ser ‎herêmên me hat xuyanê kirin ku duxwaze guhertinekî demografî di ‎hereman de çêke.

– Ji bo yî mijarê jinê, jin berî şoreşe çawa bû û bi destpê kirina  şoreşê ‎çawa bû? ‎
– JİN… Jin di civakên me de bi gelek hevokan hat naskirin, minak jin nikare ‎tiştekî bike, bê guman dirok şahîde ku jin ne wisa ye, ew sembola ‎hebûn û dayînbûnê ye, ji ber ku ew jiyan dide û em wekî jin serbilind in ‎ku em jin in. Ema ji bo yî pirsa te li ser ku jin berî şoreşê çawa bû, ez di ‎bêjim “rewşa jinê li gorî civaka ku ew lê dijîn diguhere. Di hin civakan ew ‎bindest bû û li  hin civakan dikare hin mafên xwe bi kar bînin lê wê ‎nikarî bû mafên xwe bi giştî bigre dest, ema piştî şoreşê û bi taybetî ‎piştî raghandina  zagona jinê di rêveberiya xweser ya demokratik, jin ‎mafên xwe bi tevahî di hemî aliyan de heta di aliyê xweparastinê de bi cih ‎girt … jin li rex hevalan bi sîlah û yek xendeq di sekine ji bo parastina erd û ‎şerefa xwe. Hêzên parastinên  jin pir şehîd da… Ez bi bîr bînim ‎şehîdên YPJ “şehîd  Arîn, Avêsta, Sakîne û şamîran û wîdad şehîdên ‎meclisa parastinên xabûr yên  Aşûrî.‎

– Hûn wekî pêkhatiyên aşûr , çi nerîna we li ser êrîşên dewleta Turk li ‎ser herêmên bakur û rojhilatê  Sûriyê ye? ‎
– Em wekî  pêkhatî û gelên aşûrî jiyanekî hevbeş ji sed salan ên berê  bi ‎pekhatiyên din wekî Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Kildan û Êzîdiyan jiyan ‎kir li ser van erdan, erdên bêth nehrên, erden bav û kalan. Wekî aşûrî em vê dagirkeriya Turk ji hela Erdogan û girûpên terorîst  şermezar ‎dikin û bi tundî red dikin, ev girupên terorîst mirovahî, zarok, jin û  ‎pîran nas nake. Ev êrîş û dagirkerî  komkojiyek nû derheqê gelên me ‎yên Aşûr, Suryan, Keldan  û Ermenî ye.‎

– Ji bo kê banga dawîn tê kirin?‎
– Em wekî Aşûr, em bi sedsalan li bakur û rojhilatê Sûriyê dijin û wekî pêkhatiyê rastedar, xwediyê şarestaniya ku dîrok li ser şahîde, bang li ‎civaka navdewletî, Netewiyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mirovahî dikin ‎ku bi lez û bez artêşa Turkiyê vekşînin ji hemû herêmên Sûriyê û li ser ‎sûcên di dema êrîşên li dijî Sûriyê de, sûcên dijî mirovahiyê lê pirsîn veke.

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu