DünyaKültür&Sanat

Li Atînayê çalakî: “Çîroka Jîyanê, çîroka jinên Kurd e”

Ji bo nîşandina Çîroka Jîyanê; ev meheke şoreşgeren Tirkîyê û şoreşgerên Kurdistana Tirkîyî; Partîzan, EDHK Elleda, Devrimci parti, SYKP û KCDK-E bihevra dixevitin. Do dema êvarê li Atînayê, çalakîya fîlma Çîroka Jîyanê a yekemîn hate nîşand kirin

Atîna: Ji bo nîşandina Çîroka Jîyanê; ev meheke şoreşgeren Tirkîyê û şoreşgerên Kurdistana Tirkîyî (Partîzan, EDHK Elleda, Devrimci parti, SYKP) û KCDK-E bihevra dixevitin.

Do (7 Berfanbar) dema êvarê li Atînayê, çalakîya fîlma Çîroka Jîyanê a yekemîn hate nîşand kirin. Fîlm di New Star Cinema Studio de hate nîşandin. Gelên Yunan û Kurdan ji bo çalakîya vê fîlmê pir kêfxweş bûn û pey fîlmê li ser Rojava û sistema Rojava axivîn û çalakî pe vê axaftinê xilas bû.

Çîroka Jîyanê

Jîyan Tolhidan keçek Kurd e û ji Kurdê Sûrîyê ye. Li wira dijîn e. Sînorê dewleta; malbata wê kirye du perçe. Hinek kesên wan jî li alîyê Tirkîye mane…Ew jî fîna her jinê, ji malabata xwe û civaka xwe zextan dibîne. Û rojek Jîyan Tolhidan ji hevalên xwe navên gerîllayan û tekoşîna jinê dibîze. Paşê biryara xwe dide û bere xwe dide ser çîya. Jîyan divêje: “Jin bi tekoşînê azad dibe. Tekoşîna azadîyan Kurd û jinên jî li çîyan e.”…

Ew demeke dirêj li gerîlla dimîne û şer dike. Li ser felsefê, îdeolojîya Öcalan, femînîzmê gelek tişt hîm dibe û dibe fermandarek giran…

Waxtê şerê Sûrîyê çêdibe; ew û hevalên xwe ji bona gelên Rojava; biryar didin û diçin Rojava…

Çiroka Jîyan, Çîroka jinên Kurd e. Çîroka wê çîroka gelên Rojava û şerê Rojava ye…

Haberin Türkçesi için tıklayınız

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu